Tevgera Hemasê ragihand ku li Xezeyê di nava 48 seatên dawiyê de, artêşa Îsraîlê 70 kes kuştin.
Hemasê da zanîn ku di hemwextekî ku ew ji bo rawestindina şer, di nava dan û standinan de ne, lê artêşa Îsraîlê hîn jî Xezeyê bombebaran dike.
Hemas dibêje ew ji bo aştiyeke mayînde amade ne û hêvî kir ku Îsraîl şer li ser Xezeyê rawestîne da ku hemû girtiyên Îsraîlê serbest berde.
Netanyahu: Em ê Hemasê bêçek bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Îsraîl dê ji bo bêçekkirina Hemasê û valakirina Xeze ji çek û teqemiyan, bixebite.
Benjamin Netanyahu tekez kir ku ev yek dê bi rêya plana Serokê Amerîkayê Donald Trump an jî bi rêbazên leşkerî yên Îsraîlê pêk were.
Netanyahu da xuyakirin ku Îsraîl dê hemû girtiyan, sax û mirî, vegerîne û wiha domand: “ Wî biryar daye ku tîma dan û standinan bi serokatiya Wezîrê Karên Stratejîk ê Derve Ron Dermer, ji bo nîqaşkirina plana Trump biçe Misrê.”
Netanyahu: Heta niha hêzên me 207 girtî vegerandine
Netanyahu ev yek jî anî ziman ku zextên leşkerî yên Îsraîlê, Hemas tengav kiriye û ew neçar kiriye ku plana Îsraîlê qebûl bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu eşkere kir ku bi siya hêza wan, heta niha 207 girtî ji destê Hemasê rizgar kiriye û ew tu carî jî girtiyên mayî bi tenê nahêlin.
Trump hişyarî da Hemasê
Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Hemasê û jê xwest derbarê plana Xezeyê de dereng nemîne.
Trump destnîşan kir ku Îsraîlê bi awayekî demkî bombebaran rawestand û eger Hemas bi lez tev negere, dê her tişt winda bibe.