Êrîşên Hêzên Hikûmeta Veguhêz li ser Siweydayê berdewam in.
Duh, Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê droneke din li nêzî xala kontrolê ya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî xistin xwarê.
Hate gotin ku dron ji bajarokê Marza'a ber bi bajarokê Mecdel ê li gundewarê Siweydayê ve hatiye avêtin, di encamê de tu zirarên madî û canî çênebûn.
Hikûmeta Veguhêz sivîlên siweydayê dike armanc
Her wiha ji heman cihî hêzên Hikûmeta Vegûhêz bi dronê maleke sivîl a li Mecdelê kir armanc.
Di encama vê êrîşê de sivîlek birîndar bû.
Derbarê vê bûyerê de, Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz ên li gundewarê rojava bi cih bûne, bajarokê Mecdel du caran bi 2 dronan hedef girtin e.
Fermandariyê van êrîşan di çarçoveya binpêkirinên rojane yên agirbestê de girt dest.
Fermandariyê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya parastina şêniyan de bersiv didin êrîşan.