hikûmet veguhêz a Sûriyê li dijî QSD'ê amadekariya leşkerî dike

Hikûmeta Sûriyê ya Vegûhez li dijî herêmên Bendava Tişrîn, Dêr Hafir û gundewarên Reqqayê yên di bin kontrola QSD'ê de ne sevkiyatên leşkerî dişîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Sûriyê ya Vegûhez ku di bin Serokê Ahmed El Şara de di 9'ê mehê de ragihandibû ku wê tevlî hevdîtinin Parîsê nebin.

 Hikûmeta El Şara  Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke hincet nîşan da û   biryara sewqîyatê  girt.

 Piştî van geşedanan niha  çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê hêzên leşkerî yên mezin şandine herêmên Bendava Tişrîn, Dêr Hafer li gundewarên rojhilatê Helebê û herêma Zemla li gundewarên başûrê Reqayê.

 Li gor agahiyan, hêzên hatine şandin ji hêza ji firqeya 60 û 76'an a wezaretê pêk tên.

 Niştecihên xwecihî yên Minbicê  ragihadin ku bi sedan wesayît, ku hin ji wan wesayîtên leşkerî bûn, di rêya xwe de ber bi Bendava Tişrînê, li başûrê rojhilatê Minbicê, ji Minbicê derbas bûne.

 Niştecihan diyar kirin ku hejmareke mezin ji leşkeran li ser rêya Heleb-Reqa ber bi herêmên dibin kontrola QSD'ê Dêr Hafir li gundewarê rojhilatê Helebê ve çûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24