Berpirsê Kobanî yê Hêzên Sûriyê DEmokartîk QSD’ê Mehmûd Berxwedan ji rojnameya Tirkiyê re axivî û got ku YPG û QSD dê di nava çend rojan de werin fesixkirin û avahiya Rêveberiya Xweser dê bi dawî bibe. Berxwedan bal kişand ser yekitiya civakî û got: “Kurdên Sûriyê ji aliyê ziman, ol û çandê ve parçeyekî bihêz ê vê civakê ne. Bi gotina rast, em bûn goşt û neynûk.”
Her wiha Berxwedan bal kişand ser pêvajoya nû ya li Tirkiyê û diyar kir ku di vê derbarê de “Pêngava hezar salî hat avêtin.”Berxwedan zanyariyên nû yên leşkerî jî parve kirin û destnîşan kir ku pirsgirêka entegrasyonê ji sedî 99 hatiye çareserkirin. Berxwedan anî ziman ku "Heta niha 10 hezar şervan tev li artêşa Sûriyê bûn û dibe ku ev hejmar bibe 12 hezar," lê destnîşan kir ku dosyaya YPJ’ê hîn bi temamî zelal nebûye.