Li taxa Berzê ya Şamê mal tên hilweşandin

Piştî têkçûna danûstandinên di navbera parêzgeha Şamê û şêniyan de ji nû ve li taxa Berzê mal tên hilweşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgeha Şamê kiryarên ji nû ve hilweşandina mal û milkên li taxa Berzê dest pê kirin.

Ev yek piştî danûstandinên di navbera parêzgehê û şêniyan de têk çûn pêk hat. Li hember vê yekê şênî bi hêrs in.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), saziyên ewlehiyê tevî alav û trêksan ketin taxê û dest bi hilweşandina malan kirin.

Parêzgeha Şamê li ser destûra dayîna dema mehekê ji bo danûstandin û sererastkirina rewşên milkan da bû şêniyan, bi şertê xebatên lêkirinê û muxalefetên nû werin sekinandin.

Meclisa Şêwirê ya Berzê bang li şêniyan kir ku xwe ragirin û ji rageşiyê dûr bikevin û daxwaz ji desthilatan kir ku ferqê bixin navbera muxalefetên nû, bazirganî û avahiyên kevin ên ku şênî tê de ne.

Her wiha ev yek li gel nebûna alternatîfên bicihkirina şêniyan û bilindbûna kirêyên malan e. SOHR’ê banga çareserkirina dosyaya muxalefetan bi rêya çareseriyên qanûnî û rêxistinî kir ku welatî ji vê pirsgirêkê werin parastin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye