Desteya rêveberiya navendî ya Dem Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê jî ji bo nîqaşkirina qanûna çarçoveyî û pêşhateyên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civiya. Endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol ev yasa wekî gaveke destpêkê ya girîng pênase kir. Her wiha 16 baroyên Bakurê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke hevpar banga sererstkirina kêmasiyên qanûnê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêşnûmaya qanûna çarçoveyî ku demeke dirêj di rojeva meclisa Tirkiyê de bû, ji meclisê derbas bû.

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî di bin Serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan  li Navenda Giştî ya partiyê civiya.

Qanûna çarçoveyî, pêvajoya kongreyê, konferansa di meha Îlonê de dê were lidarxistin, plansaziya 15 rojan û 1ê Îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê rojevên sereke yên civînê ne.

Tê payîn ku DEM Partî piştî encamên civîna MYK’ê, bi daxuyaniyekî nirxandinên xwe yên derbarê pêvajoyê de bi raya giştî re parve bike.

Faîk Ozgur Erol: deriyê pêvajoyeke nû hatiye vekirin

Her wiha Endamê Şandeya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol jî têkilarî qanûna çarçoveyî axivî.

Faîk Ozgur Erol diyar kir ku qanûna çarçoveyî, destpêka pêvajoyeke nû ye û got:

"Dibe ku ev yasa bi wateya xwe ya rastîn ne yasayeke aştiyê be, lê wekî pêvajoyeke pir girîng dixebite û wekî yasayeke destpêkê tev digere.

Cara yekem e di dîroka Komara Tirkiyê de, derfetek derketiye holê ku Kurd bi rêyên yasayî tev li Komarê bibin.

Ev derî hinekî hatiye vekirin."

Her wiha Erol çarçove û naveroka qanûnê jî rexnek kir û ev nirxandin kir:

"Divê çareserî berfireh be.

Diviya yasayê her kes di nav xwe de bihewanda û bi Birêz Ocalan dest pê bikira."

Eerol: Ji bo nîqaşkirina mafên nû serdemeke nû ye

Li gorî Ozgur Faîk Erol, nîqaşên piştî pêkanîna yasayê dê ne tenê bi yasaya cezayê re sînordar bimînin.

"Em niha derbasî pêvajoyekê dibin ku tê de divê çareseriya pirsgirêka Kurdî digel daxwazên ji bo hemwelatiya wekhev, mafê zimanê zikmakî, azadiya rêxistinbûnê û demokrasiya herêmî were nîqaşkirin."

16 baroyên bakurê Kurdistanê: Kêmasiyên Qanûna Çarçoveyî çareser bikin 

Ji aliyekî din 16 Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê têkildarî qanûna ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ya li Meclîsa Tirkiyê hate qebûlkirin, daxuyaniya hevpar dan.

Di daxuyaniya wan a hevpar de wiha hat gotin:

"Eşkere ye ku aştiya mayinde nikare tenê bi rêziknameyên yasaya cezayê pêk were.

Divê pêvajo li ser bingeha serweriya yasayê, zelalmendî, dadmendiya civakî û demokratîkbûnê pêş bikeve; pêdivî bi hêzdarkirina maf û azadiyên bingehîn û beşdariya hemû beşên civakê heye."

16 baroyan diyar kirin ku divê kêmasî li gorî prensîbên gerdûnî yên yasayî werin çareserkirin û ev rêzikname wekî "derfeteke dîrokî" ji bo aştiya mayinde bi nav kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye