Li Meclîsa Tirkiyê Komîsyona Şopandin û Kontrolê tê avakirin

Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş ragihand ku ji bo kontrolkirin û şopandina geşedanên girêdayî "pêvajoya çareseriyê", di 1'ê Cotmehê de bi beşdariya hemû partiyên siyasî dê komîsyonek were avakirin. Serokkomar Erdogan jî destnîşan kir ku ew di qonaxa dawî ya pêvajoyê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, li bajarê Kırşehirê bi nûnerên saziyên civaka sivîl re hat cem hev û derbarê rêbaz û qanûna çarçoveyî ya pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyên girîng da. Kurtulmuş bal kişand ser qanûna ku di 10'ê Tebaxê de li Meclîsê hatibû pejirandin û diyar kir ku ji bo şopandina berdewamiya vê pêvajoyê pêngaveke nû tê avêtin.

Di qanûnê de 'sê sîbopên ewlehiyê' hene

Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku di nav qanûna çarçoveyî ya li Meclîsê hatî qebûlkirin de sê sîbopên ewlehiyê yên sereke hene û ew sîbop wekî li jêr in:

Sîbopa Yekem: Heta ku yekîneyên ewlehiyê yên dewletê bi fermî tespît û tescîl nekin ku rêxistinê bi hemû hêmanên xwe ve xwe fesix kiriye, qanûn nakeve meriyetê.

Sîbopa Duyemîn: Desteya ku di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de hatiye avakirin, dê yek bi yek dosyayan lêkolîn bike û pêvajoyê bi awayekî berfireh kontrol bike.

Sîbopa Sêyemîn: Bi vekirina fermî ya Meclîsê re di 1'ê Cotmehê de, bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên di bin banê parlamentoyê de komîsyona kontrol û şopandinê dê bikeve meriyetê. Ev komîsyon dê encaman bi gel re parve bike.

Erdogan: "Em di qonaxa dawî de ne"

Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî di civînekê de derbarê heman mijarê de axivî û da zanîn ku ew di merhelayên dawî yên vê pêvajoyê de ne û got: "Bi îzna Xwedê em ê qonaxa dawî derbas bikin û aştî û aramiyê bînin welatê xwe û tevahiya herêmê."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye