Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya çareseriyê di qonaxa krîtîk de ye.
Qanûna Çarçoveyî rojeva sereke ya siysasetê ye.
Di nava hefteyê de liv û tevgera li ser Qanûna Çarçoveyî jî zêde bû.
Di 20`ê tîrmehê de şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tên, çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Pêşniyarên Abdullah Ocalan dê bi partiyên siyasî re parve bikin
Şandeyê li ser Qanûna Çarçoveyî pêşniyarên Abdullah Ocalan jî girtin û ew pêşniyar dê ji partiyên siyasî re bê parvekirin.
Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de li ser Qanûna Çarçoveyî ji şandeyê re pêşniyar kirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; DEM Partî dê ji bo Qanûna Çarçoveyî serdana partiyên siyasî bike û peşniyarên Abdullah Ocalan pêşkeşî partiyên siyasî bike.
Kurtulmuş: Beriya meclis bikeve batlaneyê dê Qanûna Çarçoveyî were lîjneya giştî
Ji aliyê din vê jî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş têkildarî Qanûna Çarçoveyî li meclisê serdana komên partiyên siyasî kir û hevdîtin pêk anî.
Numan Kurtulmuş piştî hevdîtinan daxuyanî da û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê ew dê pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyî bînin Lîjneya Giştî ya Meclisê.
Heta peşnûmeya Qanûna Çarçoveyî were Lîjneya Giştî ya Meclisê di navbera partiyên siyasî de jî danûstandin û muzakereyên li ser pêşnûmeyê dê berdewam bikin.
Pêşnûme dê bi îmzeya AKP`ê roja duşemê were meclisê
Hat hînbûn ku pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyî ku dihat payîn bi îmzayên hevpar ên partiyên siyasî ji Serokiya Meclise re bê pêşkeşkirin dê tenê bi îmzaya AKP`ê roja dûşemî ji Serokatiya Meclisê re bê pêşkeşkirin.
Heke tu pirsgirêk çênebin pêşnûme dê di 27`ê tîrmehê roja dûşemê ji aliyê Serokê Koma AKP`ê Abdullah Guler ve pêşkeşî Lîjneya Giştî ya Meclise bê kirin.
Pêşnûme piştra wê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin
Piştî pêşnûme ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkeşkirin di 28`ê tîrmehê de roja sêşemê yan jî 29`ê tîrmehê roja çarşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin.
Pêşnûme heke roja sêşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin piştî 48 seatan roja îne dê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn.
Heke roja çarşemê ji komîsyonên Edaletê re bê şandin jî dê 1`ê tebaxê roja şemiyê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn.
Qanûn dê li ser erdê kengî bikeve meriyetê?
Li ser sepandina qanûnan jî tê gotin weke 6 meh dem dê bê diyarkirin û heke hewceyî bê dîtin ji aliyê Serokkomar ve dem dê 6 mehê din jî bê dirêjkirin.
Di bin banê serdozgeriyên komarê de sazkirina ‘buroyên sûcên terorê’
Her wiha çend roj berê Wezîrê Dadê Akin Gurlek ferman dabû ku li 81 bajaran di bin banê Serdozgeriyên Komarê de “buroyên sûcên terorê” bên sazkirin.
Tê payîn ku ew “buroyên” navborî ji bo endamên rêxistinê ku vegerin û tev li civakê bibin dê “jêpirsîn” bikin û bi van karûbaran re mijûl bibin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; ew buro dê piştî qanûna çarçoveyî ku ket meriyetê li ser endamên rêxistinê ku werin dosyeyên wan binirxînin, tomar bikin û prosedura hiqûqî ya derbarê wan de pêk bînin û bi giştî pêvajoya hiqûqî bişopînin.
Piştî qanûna çarçoveyî hate pêkanîn, ew buro dê li ser serlêdanên vegerê bi saziyên berpirsyar re di nava koordînasyonekê de binirxînin.