Lêkolîneke nû li ser pêşeroja rojnamevanîyê hişyarî dide ku di deh salên pêş de hejmara rojnamevanan dikare bi awayekî girîng kêm bibe.
Lêkolîneke ku ji aliyê saziyên weşana giştî yên Almanyayê ARD, ZDF ve hatiye xwestin, senaryoyên cûda yên der barê bandora hişê çêkirî û teknolojiya li ser sektora medyayê di de salên pêş de lêkolîn kiriye.
Li gorî lêkolînê, li Almanyayê di sala 2023’an de nêzîkî 40 hezar rojnamevanên pispor hebûn.
Lê pêşbîniyên lêkolînê dibêjin ku heta sala 2035’an ev hejmar dikare ji sedî 12 heta 50 kêm bibe. Di rewşa herî xirab de, hejmar dikare bikeve nêzîkî 20 hezar rojnamevanan.
Lêkolîn her wiha dibêje ku dahata saziyên medyayê jî dikare kêm bibe.
Di senaryoya herî xirab de, dahata ji reklam û firotina naverokê dikare heta ji sedî 43 kêm bibe.
Her wiha, parvekirina medyaya herêmî di tevahiya bikaranîna medyayê de dikare ji sedî 18 heta 47 dakêşe.
Lêkolîn balê dikişîne ser bandora Şirketên Teknolojiyê û Hişê Çêkirî
Lêkolîn balê dikişîne ser bandora şirketên mezin ên teknolojiyê û hişê çêkirî.
Li gorî lêkolîneran, di pêşerojê de ev şirket dê roleke mezintir di diyarkirina nûçe, vîdyo û naveroka ku digihîje bikarhêneran de bilîzin.
Ev yek dikare gihîştina rasterast a saziyên medyayê bi xwendevan û temaşevanên xwe re dijwartir bike û derfetên wan ên bidestxistina dahatê kêm bike.
Di senaryoya herî xirab de, saziyên medyayê dikarin tenê bêtir naverokê ji bo platformên mezin amade bikin.
Ji bo amadekirina vê raporê, zanyar 57 lêkolîn û raporên qada medyayê nirxandine û 51 pêşketinên gengaz destnîşan kirine.
Paşê, nêrînên 34 pisporên qada zanist, reklam, hilberîna naverokê û siyaseta medyayê hatine girtin.
Di qonaxa dawî de, 13 pispor ji bo sala 2035’an pêşbîniyên xwe li ser hejmara rojnamevanan, bikaranîna medyayê û dahata vê qadê kirine.
Lêkolîner destnîşan dikin ku ev encam pêşbîniyên gengaz in, ne rastiyeke teqez.
Ji bo ku bandora vê kêmbûnê kêm bibe, ew pêşniyar dikin ku saziyên medyayê hevkariyê zêde bikin, hilberên nû pêş bixin û çavkaniyên dahata xwe zêde bikin.
Her wiha, siyaset dikare di rêgirtina li ber hêza zêde ya platformên mezin de roleke girîng bilîze.