"Pêwîste rojane mirov ji 2 heta 3 lître av vexwe"

Ava sar yan ava gerim? Kîjan ji bo tenduristiyê baştire? Ava Sar, germahiya laş kêm dike, enerjiyê dide û piştî werzîşê laş zû hîdrat dike. Ava germ, sîstema dehandinê çalak dike, pêşî li qebizbûnê digire û rêyên nefesê vedike. Pispor dibêjin her du jî feydeyên xwe hene, lê ya herî girîng têrbûna laş a bi avê ye, yanî pêwîste rojane mirov ji du heta 3 lître av vexwe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Pir kes dipirsin ji bo tendurstiya mirovan gelo ava sar baştir e an ava germ? 

Li gorî pisporan, ava sar, herî zêde ji bo hîd rata syonê û kêmkirina germahiya laş tê pêşniyar kirin.

Bi taybetî di dema werzîşê an hewaya germ de.

Lê hinek lêkolînên vê dawiyê nîşan didin ku ava sar dikare zuwabûnê kêm bike û laş zûtir vegerîne rewşa asayî.

Di heman demê de, ava germ feydeyên girîng ji bo pergala dehandinê heye.

Pispor dibêjin vexwarina ava germ bi taybetî serê sibehê dikare tevgera rûviyan baştir bike û xetera qebizbûnê kêm bike.

Her wiha، ava germ ji bo êşa qirikê, qerebalixiya pozê û nexweşiyên rêya nefesê jî sûdmend tê hesibandin, ji ber ku buhara wê rêyên pozê vekirî dihêle û hişkbûnê kêm dike.

Di encamê de, pisporan bal kişandine ku ne germahiya avê، lê hîdrat mayîn ya berdewam girîngtir e.

Ava sar ji bo sermahiya laş û enerjiyê baş e, ava germ jî ji bo dehandin û rehetiya laş feydeyên xwe hene.

Bi gelemperî, pêwîstiya mirov rojana bi  2 û 3 litran av heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye