Zanyaran ji bo çareseriya penceşêrê robotên mîkroskopî derxistin

Zanyaran bi bikaranîna algeyan (ewrên avê), robotên mîkroskopî çêkirin. Ev robot dermanê kîmyewî rasterast dibin şaneya penceşêrê û di ceribandinên pêşîn de, di nava hefteyekê de, penceşêr hema bêje bi temamî winda dibe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rojane zanyar û pispor pêşketinên berbiçav di cîhana teknelojiyê de tomar dikin.

Zanyarên ji Çîn û Brîtanyayê (Zanîngeha Edinburghê) rêbazeke nû û pir pêşketî dîtine ku dikare rêbazê şerê li dijî nexweşiya penceşêrê (kanserê) biguherîne.

Di vê rêbaza nû de, bi bikaranîna cureyekî algeyên (ewrên avê) pir biçûk, "robotên zindî yên mîkroskopî" hatine çêkirin, da ku dermanê kîmyewî rasterast bibin ser şaneya penceşêrê.

Zanyaran algeyên pir hûr (ewrên avê) hildan û di hundirê wan de madeyên magnetîkî û dermanê penceşêrê bi navê Doxorubicin bi cih kirin.

Ji bo ku derman di rê de belav nebe, rûyê van robotan bi qatekî taybet yê ku di laş de dihele hat girtin.

Bijîşk dikarin ji derve de bi alîkariya qadên magnetîkî û pêlên dengî (ultrasound) kontrola van robotan bikin û wan di nav laş de bişînin ser cihê nexweşiyê.

Ji bo ku ev robot bi şaşî neçin cihên din, tîmeke zanyaran pergaleke zîrekiya çêkirî çêkirine ji bo ku her gav tevgera robotan di nav laş de bişopînin.

 

Ev teknolojiya nû ji bo dermankirina penceşêra mîzdankê hat taqîkirin

 

Ev teknolojiya nû bi taybetî ji bo dermankirina penceşêra mîzdankê hat ceribandin.

Di rêbazên kevn de, derman bi zehmetî digihaşt şaneyên nexweş, lewma bijîşk neçar diman ku rêjeya dermanên Kîmyewî bilind bikin û ev yek li ser jiyana nexweş dibû metirsî.

Di cerbandina vî rêbazî li ser Mişkan de ev encam hatin bidest xistin:

Tedawî tenê 30 deqeyan ajot.

Rêjeya dermanê ku gihîşt cihê penceşêrê, li gora rêbazên berê 10 qat zêdetir bû.

Di nava heftiyekê de, penceşêr hema bêje bi temamî winda bû.

Ev serkeftin hêviyeke mezin dide ku ev robotên hûr di pêşerojê de ji bo dermankirina gelek cureyên din ên penceşêrê jî werin bikaranîn û nexweş zû û bêyî êşên giran bên dermankirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye