Robot li kolana parêzgeha Sîtişwanê çok daye erdê, destên xwe li hev girtiye û li ber rêwiyan serê xwe ditewîne.
Her wiha li kêleka robot pelek heye rêwiyan agahdar dike ku pereyên wî ji bo elektrîkê tune ne û ji wan daxwaz dike ku ji bo dayîna fatûreya elektrîkê bibin alîkar.
Li ser medyaya civakî nerînên cuda derketin holê.
Hinekan digotin ku ev tenê henekekê ye, hinekan ew wekî berhemeke hunerî ya kolanê nirxandin û hinekan jî wekî rêyeke nû û bal kêş ya qezenckirina pereyan dîtin.
Gelek kesan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ne rast e mirov pereyan bidin robotek, di demekê de ku mirovên xizan hene.