Cîhan di bin bandora pêleke germahiya nedîtî de ye.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku havîna îsal, li gorî sedsala borî, gihîştiye asta herî bilind.
Pispor sedema vê yekê bi guherîna avhewayê û diyardeya "El Nîno" ve girêdidin.
Germahiya zêde êdî ne tenê pirsgirêkek zanistî ye; ew rasterast bandorê li tenduristiyê jî dike.
Tenduristiya mirovan ji ber germahiyê di bin gefê de ye
Mirov nikare li ber vê germê li ber xwe bide.
Her wiha bijîşkên li çaraliyê cîhanê rewşa awarte ragihandine.
Li gorî zanyaran germahî dibe sedema gelek nexweşiyan ji mirovan re, hinek ji wan jî ev in:
Şoka Germê (Heatstroke): Dema germahiya laş dertê ser 40 pileyî, metirsiya mirinê çêdibe.
Krîzên Dil: Ji ber herikîna bilez a xwînê, zext li ser dil zêde dibe.
Kêmavbûna Laş (Dehydration): Windakirina av û xwê ya bi rêya xwêdanê, dibe sedema têkçûna gurçikan.
Hinek nexweşiyên mirovan yên ji ber germahiyê:Şoka Germê ,Krîzên Dil û Kêmavbûna Laş
Ji ber germahiya zêde xweza û şînkayî ber bi ziwabûnê ve diçe
Her wiha ev germahî bandorê li ser Xweza û şînatiyan jî dike.
Ev bandor jî wiha ne:
Krîza xwarinê: Zevî û berhemên genim berî ku werin çinîn hişk dibin.
Ev yek dê bihayê xwarinê li cîhanê giran bike.
Agirê Global: Ji Amazonê bigire heta daristanên herêmî, ji ber germê daristan bixweber hildibin û bi mîlyonan dar dibin xwelî.
Hişkbûna Çeman: Çavkaniyên ava şêrîn bi lez diçikin,lewma xetereya tîbûnê jî li ber derî ye.
Bandora germahiyê li ser xweza û şînatiyan: Krîza Xwarinê,Agirê Global û Hişkbûna Çeman
Ajal ji karesata germahiyê zirarên mezin dibînin
Karesata germahiyê zirarên mezin didin ajalan jî, ev zirar bi vî rengî ne:
Tîbûn û wêranî: Çavkaniyên avê ziwa bûn; ajalên kovî neçar man ku koç bikin û li ser rêyan ji tîbûnê bimirin.
Mirina Li Deryayan: Ava deryayan pir germ bûye; li peravan bi mîlyonan masî û canewerên avî telef dibin.
Zirarên ku ji ber germahiyê dighêjin ajalan: Tîbûn û wêranî û Mirina Li Deryayan
Mirov bi van şêweyan xwe ji germahiyê diparêze
Li gorî bijîşk û zanyaran divê mirov xwe ji vê rewşê bi van awayan biparêze:
Vexwarin: Rojê herî kêm 3 heta 4 lître avê vexwin. Gazoz û qehve tîbûnê zêde dikin, ji wan dûr bikevin.
Demên Qedexe: Di navbera saet 11:00 û 16:00'an de bi ti awayî dernekevin bin tavê.
Cil û Berg: Cilên sivik bi rengên (spî, şînê vekirî) û ji qumaşê pembû yê sirûştî li xwe bikin.
Parastina Fîzîkî: Bêyî şewqeya serî, berçavkên rojê yên fîltredar û krêma parastina rojê (SPF 50+) dernekevin.
Xwarin: Xwarinên bi rûn, sorkirî û giran laş diwestînin. Bêtir xiyar, zebeş, mast û fêkiyên avî bixwin.
Şêwazên xweparastinê ji germahiyê:Vexwarin,Demên Qedexe,Cil û Berg,Parastina Fîzîkî û Xwarin
Pispor destnîşan dikin ku rûbirûbûna vê krîzê tenê bi hişyariya takekesî nabe.
Lewma ger tedbîrên gerdûnî neyên girtin, dê her sal ji salên borî germtir bibe.