Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber daketina asta avê, li gelek cihan av disekine û li gelek cihan jî paşmahiyên nexweşxaneyan li nava çem tên avêtin.
Her wiha hat destnîşankirin ku li gelek deveran, ava ji ber projeyên çandiniyê diherike nav çeman, tevî gelek kîmyewîyan, bi ava çeman re tevlihev dibe.
Li gorî Çavdêriya Îraqa Kesk, ger ev rewş wiha dewam bike, wê ava çem bi kêrî vexwarinê neyê.
Ev jî wê bi xwe re koça mirovan a ji cih û warên wan çêke.
Çavdêriya Îraqa Kesk daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku bi lez digel welatên cîran bikeve nava danûstandinan, da ku para avê ya Îraqê bi awayekî dadperwer were berdan.