Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya saziyên sivîl û şaredariyên DEM Partiyê, Meclisa Ekolojiyê hat avakirin.
Îro li Rihayê bi beşdariya sazî û rêxistinên sivîl, Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê hat avakirin.
Di nav wan saziyan de, Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê, KESK, OHD, ÎHD, TMMOB - Ozgur Baretliler (Kumspiyên Azad), DEM Partî û komîsyonên şaredariyên DEM Partiyê cih digirin.
Meclisa Ekolojiyê dê li Rihayê hewl bide ku xebatên ekolojîk û parastina jîngehê birêxistin û xurt bike.
Meclis wê bi taybetî li ser mijarên wekî talankirin, zeviyên erdan û pirsgirêkên av û enerjiyê xebatan bimeşîne.
Nûnerên saziyên sivîl û endamên Meclisa Ekolojiyê li hola Îbrahîm Ayhan a Şaxa KESK'ê ya Rihayê kom bûn.
Wan di vê civînê de, avakirina Meclisa Ekolojiyê bi raya giştî re parve kir.
Di dawiya civînê de, hate ragihandin ku ew bi vê kombûna xwe ji bo parastina jiyan, av, ax û paşeroja xwe îradeyeke hevpar diyar dikin.