Bahçelî: Pêyamên serokatiya damezrîner ê PKK'ê erênî ne

Di derbarê pêvajoyê de ji aliyê MHP'ê ve nêrîn û nirxandinên girîng hene. Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di derbarê pêvajoyê de axivî û diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan maqûl in û wiha bi lêv kir: "Baskê duyemîn yê çûka aştiyê were lêkirin û her kes firîna wê bibîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di Merasîma Sertîfîkayên Mekteba Siyaset û Rêbertiyê ya partiya xwe de derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da.

Bahçelî diyar kir ku her çend li dijî pêvajoyê gotinên provokatîf hebin jî, ew dîsa jî pêvajoyê gav bi gav dimeşînin û ber bi encamê ve diçin. Serokê MHP'ê diyar kir ku armanca wan di nav pêvajoyê de "yekîtiya neteweyî û biratiya neteweyî" ye.

Devlet Bahçelî her wiha bal kişand ser serdana komîsyonê bo Abdullah Ocalan û got: "Peyamên serokatiya damezrîner ê PKK'ê maqûl, erênî, pêbawer û taybetî ne. Daxuyaniyên giştî yên bi zanebûn ên berevajî vê peyamê, xirabkirina pêvajoyê û tevlihevkirina avên zelal bêwate û ne girîng in."

Fetî Yildiz: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ê ku di Şandeya Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwisk-Biratî û Demokrasiyê de cih girt, li ser hesabê xwe yê medyaya dijital X'ê daxuyaniyek parve kir.

Yildiz di parvekirina xwe de diyar kir ku dînamîzma civakî, kapasîteya dewletê, bandora herêmî û daneheviya dîrokî ya Tirkiyeyê çavkaniyeke mezin û pîroz e û got ku hêzên emperyalist nikarin hilberîna çareseriyê ya ji bo pirsgirêkan a aqilê dewletê asteng bikin.

Her wiha Yildiz di daxuyaniya xwe de bilêv kir ku divê li ser pêvajoyê gotegot neyên kirin û got: "Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin." 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye