Îlham Ehmed naveroka civîna Şamê eşkere kir

Beriya çend rojan Fermandarê QSD`ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çûbûn Şamê û bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehemd Şera re civiyabûn. Îlham Ehmed, naveroka vê civînê eşkere kir û got ku tevî hebûna pêşketinan di hin waran de, lê astengî jî hene.

reset font size increase font size

Têkildarî civîna Mazlûm Ebdî û Îlham a bi Ehmed Şera re ku 15 Nisanê li Şamê hatibu lidarxistin, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed, dest nîşan kir ku di vê civînê de li ser astengiyên pêkanîna pêvajoya entegrasyonê rawestiyane û ji bo rakirina astengiyan herdu alî di nava hewildanan de ne.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve, da zanîn ku yek ji mijarên civînê sîstema perwerdeyê bû ku heta niha bawernameyên xwendekaran nehatine dayîn û wiha got:

"Me li hev kir ku di demeke nêzîk de, Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Xwendina Bilind ji bo danîna mekanîzmeyekê, serdana Parêzgeha Hesekê bikin û vê mijarê bi dawî bikin.

Her wiha derbarê sîstem û zimanê xwendinê de, di dema pêş de, wê hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin."

Îlham Ehmed, da xuyakirin ku heta niha di aliyê pergala îdarî de tenê li ser mijarên tenduristî û perwerdeyê, erkdarkirina midûriyetan hatine çêkirin.

Mudûriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî bi lezgînî wê bêne diyarkirin. Ji bo vê mijarê jî wê mekanîzmeyeke nû were danîn.

Li ser pergala deriyên sînorî jî Îlham Ehmed diyar kir ku mekanîzmeya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên sînorî yên din hatiye avakirin.

Karmendên ku bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, li ser esasê entegrasyonê, dê xebata xwe bidomînin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên derve bal kişand ser mijara YPJ`ê û wiha got:

"Her çiqasî di nîqaşan de encameke nû ji bo YPJ`ê derneketibe jî, lê ew hîn di rojevê de ye.

Nîqaşa li ser fermîkirina YPJ`ê di rojeva Hikûmeta Veguhêz de ye jî. Ev dê heta pêkanîna lihevkirinê dewam bike."

Yek ji mijarên entegrasyonê jî hilbijartina nûnerên Parêzgehên Hesekê û Kobanî yên ji bo Parlamentoya Sûriyê ne.

Têkildarî mijarê Îlham Ehmed, da zanîn ku amadekariya vê xebatê bi rêya komîteyeke navendî û komîteya amadekar a Parêzgeha Hesekê tên meşandin û got ku komîteya amadekar xwedî înîsiyatîf e.

Di axaftina xwe de Îlham Ehmed behsa pergala Şaredariyên Gel ên li Rojava jî kir û diyar kir ku şaredarî di çarçoveya sîstema nû de çiqasî ji bo civakê xizmetê bikin, wê Parêzgeha Hesekê jî ewqas zûtir karibe xwe nû bike.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku mijara dîlgirtiyan hîn di rojevê de ye û wan di hevdîtinan de bal kişandiye ku divê di zûtirîn dem de tevahî girtî werin berdan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye