Li ser dagirkirina Şehba re salek derbas bû

Sazî û koçberên Kantona Efrîn- Şehbayê bi daxuyaniyên cuda salvegera dagirkirina Kantonê bi bîr anîn. Her wiha banga bicihanîna Peymana 10`ê adarê kirin ku koçberên herêmên dagirkirî vegerin li ser mal û milkên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina bi darê zarê ya xelkê Kantona Efrîn-Şehbayê ji aliyê girûpên çekdar ên Tirkiyê daxuyanîyên cûda hatin dayîn.

"Daxwaza me vegereke bi ewle ye"

Koçberên ji Kantona Efrîn- Şehbayê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina bi darê zorê, bi daxuyaniyekê daxwaza vegereke bi ewle ya  li ser mal û milkên xwe kirin.

Koçberan di daxuyaniya xwe de gotin:

" Binpêkirin li herêmên me berdewam dikin, ji desteserkirina milkan û girtinên keyfî bigire heya koçberiya sîstematîk û guhertina demografîk tên kirin"

Koçberan anîn ziman ku armanca van binpêkirinan guhertina pêkhateya demografîk û bêparkirina niştecihên xwecih ji mafê wan ê xwezayî yê mayîna li ser axa xwe ye.

"Peymana 10`ê Adarê ji bo me bû ye hêviya vegerê"

Kongra Star a Helebê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û koçberên Kantona Efrîn-Şehbayê li pêşiya hola 8’ê Adarê ya li Taxa Şêxmeqsûdê û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Peymana 10’ê Adarê ji bo koçberan bibû hêviya vegera ewle li warê xwe, lê Hikumeta Veguhêz der barê pêkanîna peymanê de ji erkên xwe direve.

Yekîtiya Êzidiyan: Koçberê Efrîn-Şehbayê bi QSD`ê bawerin

Di heman çarçoveyê de Yekitiya Êzidiyên Sûriyê jî daxuyaniyek li pêşiya Mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê dan û gotin:"

"Êriş, sûc û koçberkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrîn-Şehbayê kirine em bi tundî şermezar dikin."

Yekitiyê di daxuyaniyê de got ku koçberên Efrîn-Şehbayê bi QSD’ê bawer in û wekî mîsogeriya parastina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pênase dikin.

"Girûpên çekdar xercîyên mewsima zeytûnan daxwaz dike"

Rêveberiya Kar û Barên Koçberên Kantona Efrîn-Şehbayê yên li Kantona Tebqayê jî daxuyaniyek li Wargeha Azadî da û diyar kir ku girûpên çekdar zextê li malbatan dikin û gefan li wan dixin da ku xercîyên mewsima zeytûnan bidin wan.

"Divê her du alî zûtirîn dem de peymana 10’ê Adarê bi cih bînin"

Koçberên ji Efrîn-Şehbayê yên li Kantona Reqayê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Koçberan anîn ziman ku koçberî di çarçoveya guhertina demgorafîk de sînordar nîn e, lê belê sûcekî şer e ku armanc dike koka gelekî raka û çand û dîroka herêmekê biguhere.

Di dawiyê de bang li Hikumeta Veguhêz û Rêveberiya Xweser kir ku bi lez peymana 10’ê Adarê bi cih bînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye