Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di derbara operasyonê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê (HAT) û Dezgeha Ewlehiya Giştî bi desteka Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li gundewarê bakurê Dêrazorê di berbanga 6’ê Mijdarê, li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xist.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuyakirin ku ev demeke hêzên wan şaneyê dişopînin û di operasyonê de, ti ziyan negihîşt endamên wan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku miqdarek çek, belge, alavên peywendiyan hatine desteserkirin.
Hêzên ewlekariyê da zanîn ku piştî lêkolîn bi dawî bibin, wê kesên hatine girtin sewqî dozgeriyê bikin.