'Em pir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne'

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta li ser mijarên pêvajoya heyî de nirxandinan kir û diyar kir ku ew dixwazin bi biryardarî bigihêjin armanc û serkeftinê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta di bernameyekî Stêrk TV de li ser pêvajoyê axivî û anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pir nêzîk bûye û got:

"Bi keda Rêber Apo, bi saya şehîdan û bi keda gelê me û dostên gelê me em niha li ber deriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne."

Sozdar Avesta li ser vekişîna ji Bakur ya hêzên gerîla jî nirxandin kir. Avesta ev vekişînê wek pêngavekî girîng û gelekî bi nirx bi nav kir û axaftina xwe wiha domand:

"Bi rastî jî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bi biryardarî dixwazin bigihînin armancê û serkeftinê. "

'Divê qanûnên azadiyê werin derxistin'

Sozdar Avesta li ser mijarên entegrasyonê û komîsyonê ku hatiye avakirin jî nêrînên xwe anî ziman.

Avesta mijarê çek şewitandina gerîla bi bîr xist û diyar kir ku di wê daxuyaniyê de behsa qanûnên azadiyê dikir û wiha lê zêde kir:

"Ji bo derbasbûneke bi tendurist pêk were, divê qanûnên wê werin çêkirin. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk werin derxistin. Divê pirsgirêka Kurd bi awayekî qanûnî di nava Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk de were pênasekirin û bicihkirin."

Sozdar Avesta ji bo komîsyona "Demokrasî, Xwişk-Biratî û Neteweyî" jî bersiv da pirsan. Avesta got ku ev komîsyona heyî bi awayekî şaş dest bi xebatên xwe kirine û wisa berdewam kir:

"Diviyabû mijara yekemîn a komîsyonê derxistina van qanûnan bûya û li gorî van qanûnan jî diviya di destpêkê de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bianiya. Nêrîna Rêber Apo bigirta."

Sozdar Avesta di derbarê pêşveçûna pêvajoyê da xuyakirin ku tenê bi pêngavên wan re ev pêvajo naçe serî û berdewam kir:

"Ez dubare tînim ziman ku em weke Tevgera Azadiyê bi baldarî, bi berpirsiyar, bi zanyarî û bi awayekî xwebawer û di vê pêvajoyê de bi hemû hêz û jidiliya xwe pêngavên ku Rêber Apo pêş dixe, dimeşîne û xwedî lê derdikevin."

Mafê hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd

Endama Konseya Rêveber di derbarê 'Mafê Hêviyê' jî nêrîn parve kir. Avesta li ser mijarê wiha got:

"Di vê qonaxê de heya niha çênekirina qanûnan û pêkneanîna ‘Mafê Hêviyê’ ya ji bo Rêber Apo wext dirêj dikin. Em jî dixwazin vê yekê fêm bikin ku li benda çi ne. Ev yek gumanan bi me re çêdike. Her wiha em mafdar in jî ku ev guman li me peyda bibin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye