Amerîkayê Serokê Sûriyê ji lîsteya terorê derxist

Serokê Sûriyê Ehmed El-Eşera, wê roja dûşemê serdana Washingtonê bike. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bi awayekî fermî ragihand ku wan Serokê Sûriyê Ehmed El-Şera û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyê Enes Xetab, ji lîsteya terorê derxistine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Sûriyê û Amerîkayê de, piştî demeke dirêj a bi nakokiyan derbas bû, wê hevdîtin cardin dest pê bikin.

Tê payîn ku serokê Sûriyê Ehmed El-Şera, di 10`ê mijdarê de, serdana Amerîkayê bike.

Ev wê bibe serdana yekem a El-Şera ya ji bo Washingtonê.

Ehmed El-Şera û Donald Trump di 10`ê mijdarê de dicivin

Ehmed El-Şera wê, roja duşemê, li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Amerîkayê, beriya serdanê, daxwaza derxistina Ehmed El-Şera ji lîsteya terorê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  kir.

 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, roja înê, ragihand ku Amerîkayê, serokê Sûriyê Ehmed El-Şera û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyê Enes Xetab ji lîsteya terorê, derxistine.

Ev gav, çend roj beriya serdana Ehmed El-şera ya Washingtonê hat avêtin û wekî guherîneke bingehîn di siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Sûriyê de, tê dîtin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Tommy Pigott di daxuyaniyekê de hûrgiliyên zêdetir eşkere kirin û got:

"Ev gav wekî nîşana qebûlkirina pêşketina ku serokatiya Sûriyê piştî çûyîna Beşar Esed û bidawîhatina zêdetirî 50 salên zordariya di bin desthilata rejîma Esed de nîşan daye, hatine avêtin."

Pigott, tekez kir ku hikûmeta Ehmed El-Şera pêbendbûna xwe ya pêkanîna daxwazên sereke yên Amerîkayê, pejirandiye.

Sûriyê daxwazên Amerîkayê pejirandine

Daxwazên Amwerîkayê ji Sûriyê, ev in:

”Diyarkirina çarenûsa welatiyên Amerîkî yên ku li Sûriyê winda bûne û bêbandorbûna hemû çekên kîmyayî yên li Sûriyê.”

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack, diyar kir ku di serdana Ehmed El-Şera ya dîrokî de, tê payîn ku ew ê ji bo tevlîbûna hevpeymana navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, peymanekê îmze bike.

Her wiha Tom Barrack da zanîn ku Amerîka plan dike, li nêzîkî Şamê baregeheke leşkerî ava bike.

Gulana îsal, serokê Sûriyê Ehmed El-Şera, cara yekem li Riyadê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiyabû.

Tê payîn danûstandin di navbera Sûriyê û Îsraîlê de çêbibin

Tê payîn ku di navbera hevdîtinên serokê Sûriyê yên li Washingtonê de, danûstandinên rasterast, di navbera Şam û Îsraîlê de çêbibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye