Wezaretê li ser şer û aloziyên li navçeyên sînorî yên Îranê yên li ser sînorê Efxanistanê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema rûbirûbûnê de 2 çekdar hatine kuştin û 4 jî hatine girtin.
Wezaretê destnîşan kir, li cihê şer tibabek çek, cebilxane, amûrên ragihandinê û kelûpelên lojîstîkî hatine desteserkirin.
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku piraniya niştecihên wê Belûç û ji mezheba Sunî ne, di salên borî de gelek caran şahidiya şer, pevçûn û aloziyên ewlehiyê yên di navbera hêzên ewlehiyê yên Îranê û komên çekdar ên li dijî Îranê de kiriye.
Desthilatdarên Îranê jî ji bo kontrolkirina van navçeyên sînorî, her tim di nav hewldanan de ne.