Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, dema derbasbûna hêzên Îsraîlê, gulebaran çêbû.
Çavdêriyê got, tîma artêşa Îsraîlê ji 3 erebe û buldozerekê pêk dihat û kevir ji ser rêya Abdîn-El Arida rakirin, paşê leşker li derdora rê belav bûn.
Li gorî jêderê, leşkerên Îsraîlê hejmareke şênî girtin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.