Siyasetmedara Îlham Ehmed hevdîtinên xwe li Helebê didomîne.
Îlham Ehmed îro bi mamosteyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya.
Di civînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiyê, dosyayên girêdayî entegrasyonê û siberoja zimanê kurdî şîrove kirin.
Her wiha rêbazên entegrekirina saziyên perwerdehiyê, rewşa mamosteyan, misogeriya domandina perwerdeya bi zimanê kurdî di qonaxa veguhêz re hatin nîqaşkirin.