Rêveberiya Xweser a Kobanê bi şandeyeke Amerîkî re civiya

Rêveberiya Xwseser a Kobanê şandeyeke Amerîkayê pêşwazî kir. Aliyan dosyayên entegrasyon û pêkanîna peymana 29'ê çileyê nîqaş kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şande ji Nadine Maenza, seroka berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya DYA'yê û seroka niha ya Enstîtuya Angajmana Cîhanî.

Megan Bodette, rêvebera lêkolînê li Enstîtuya Aştiyê ya Kurd e.

Dr. Amy Austin Holmes, profesorê li Zanîngeha George Washington û nivîskarê pirtûka "Survivors' State" a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Herdu aliyan mekanîzmayên entegrasyonê û asta heta niha pêk hatiye û rêbazên bicihanîna peymana 29'ê çileyê nîqaş kirin.

Aliyan girîngî da parastina taybetmendiya pêkhateya Kurd a li herêmê û got ku divê ewlehî û parastina herêmê werin xurtkirin.

Beşdaran bal kişand ser rola jinê û pêwîstiya naskirina mafên wê, di destûra Sûriyê de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye