Li Sûriyê 4 endamên Hêzên Ewlehiyê hatin kuştin

Li Sûriyê, di 2 êrîşên cuda de, 4 endamên Hêzên Ewlehiyê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand, li ser rêya Selemiye-Esreya dewriyeke "Ewlehiya Rêyan" bû armanca êrîşa çekdarine nenas.

Ev rê dikeve navbera parêzgehên Hums û Reqayê.

Di vê êrîşê de, 3 endamên Ewlehiya Rêyan hatin kuştin.

Li Hemayê jî êrîşek li dijî endamên hêzên Ewlehiya Rêyan hat kirin.

Di encamê de, karmendekî ewlehiyê hat kuştin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyê Nûredîn Baba li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:

"Em bi xem û kovaneke mezin şehadeta 4 birayên xwe yên karmendên Ewlehiya Rêyan radigihînin ku li gundewarê Hemayê di encama êrîşa li ser 2 dewriyên xwe de jiyana xwe ji dest da."

Nûredîn Baba destnîşan kir ku ev tawan dê wan ji şopandina tawanbaran û radestkirina wan bo dadgehê venegerînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye