Nivîsîngeha Serokatiya (YNK) eşkere kir ku li Hewlêrê Bafil Talebanî û Şêwirmedê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî li hev civiyane.
Di civînê de Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Şalaw Kosret Resûl jî beşdar bûn.
Aliyan pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehî nirxandin.
Bafil Talebanî di civînê de eşkere kir ku ew piştgiriya mafê neteweyî û destûrî yê gelê Kurd li Sûriyê dikin û ew ê piştgirên her gavekê ku zimanê pêkvejiyana aştiyane û aramiyê destek dikin bin.
Mazlûm Ebdî jî spasî YNK`ê kir û rola Bafil Talebanî û YNK’ê li hemû nîqaşên li ser Sûriye û parastina mafên Kurdan di çarçoveya lihevkirinan de girîng nirxandiye.