Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aliyên Kurd gavên girîng avêtin. PKK bi kongrreya xwe ya 12’emîn re biryara xwe fesihkirinê da û şerê çekdarî da sekinandin. Lê belê hê jî gavek şenber ji aliyê devletê ve nehatiye avêtin. Ev rewş di civakê de rê li ber guman û pirsan vedike. Bi perspektîfa Abdullah Ocalan re DEM Partî jî ji bo danûstandinan bi gel re civînan li dar dixe.
Di çarçoveya vê xebatê de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan ji bo hin civînan çû Berlînê. Li Berlînê tevlî hevdîtinên gel bû û serdana saziyên sivîl bû.
Civîna ku li Muzîkhola Vîlla pêk hat de Bakirhan bal kişan li ser şerê heyî û destnîşan kir ku ev şer ne tenê civaka Kurd ji bo civaka Tirk jî xisareke mezin bû û got: “Tenê 3 trîlyon dolar ji bo ku Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî neaxivin hat xerçkirin. Heke ev çavkanî ji bo taqewîtan, xizanan, ciwanan bihata xerçkirin îro me yê behsa Tirkiyekî pir cüda bikira.”
Bakirhan: Masaya aştiyê bi rêxistinbûna gel re tê sazkirin
Bakirhan derbarê pêvajoya aştiyê de jî nirxandinan kir û da zanîn ku pêvajo bi tenê bi hevdîtinên fermş re sînordar nîne û wiha got: “dibe ku devlet li derî da be, lê masaya aştiyê bi rêxistinbûyîna gel re tê sazkirin. Ev platformekî ji bo namzetbûyîn Erdogan hatiye avakirin nîne; ev, ji bo mafên Kurdan, Aleviyan, jinan û civanan ya ji bo hemwelatîbûna wekhev e. Yê ku ev 5 hlbijartinê rey nade Erdogan em in. Yê ku pêşiya vedikin, yê têkoşîn nakin in.”
Bakirhan diyarkir ku ev pêvajo ne xapandinê û berdewam kir: “Ev masa berhemê berxwedanên Şex Seîdan, Seyîd Rizayan, ji Mazluman tê ye… Heke gel piştgiri bide vê pêvajoyê ev pêvajo dêkaribe rê li ber vêguhertinen qanunî û makeqanunî veke. Ev tenê bi hikumetê re na bi me ve jî girêdayî ye.”
Li hember xapandinan ji Bakirhan hişyarî kir û bi bîr xist ku gelê Kurd ji Amedê heya Berlînê, heya Arjantînê rêxistinkiriye û da zanîn ku êdî ev gel naye xapandin, ev pêvajo ne pêvajoya xapandina gelê Kurd e. Bakirhan diyar kir ku êdî gelê Kurd li Rojhilata Navîn aktorek ku siyasetê araste dike ye.
Abdullah Ocalan: Ez ti carî dest ji Kurdbûna xwe bernadim
Bakirhan bal kişand li ser sekna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan, di nîvengeke ku rayedarên devletê jî amedebûn de pir eşkere îfadekir; ‘ez dikarim ji her tiştê xwe biqerim lê ti carî dest ji Kurdbûna xwe bernadim.’ Ew, rêbereke fikrên ku Marks nîvco hiştibû ji bo Rojhilata Navîn ji nûve şîrove dike ye. Kesayeteke ku behsa hemwelatîbûna wekhev, Îslama demokratîk dike ye. Nikarin wî bixapînin.”
Bakirhan ji bo çareseriyê girîngiya sererastkirinên yasayî anî ziman û got: “Helbet pewîste siyasetmedarên girtî yên li zindanê gereke derkevin. Helbet dê li pêvajoyê kemîn hebin… Hûn ne li qiraxa vê pêvajoyê di nîvenga vê pêvajoyê de cih digrin. Ev civîn bi xwe xwedî wateyek gelek girîngin. Hêzeke mezi dide me.”
‘Têkoşîna xwe ji cihe mayî em ê bidomînin’
Bakirhan di çarçoveya hevdîtinên xwe de Cemxaneya Civaka Elewî ya Berlînê(BAT) jî ziyaret kir û nûnerên Elewiyan re civiya. Li vir Bakirhan bal kişand Ii ser têkoşîna Elewiyan û wiha got: “Pewîste hişmendiya înkarker ya li Tirkiyê were guhertin. Fikra Elewîtiyê ji bo pergalek demokratîk û li ser esasê hemwelatîbûna wekhev ronî dide pêşiya me.”
Bakirhan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê ji bo demokratîkbûnê bi hev re bimeşin. Heke devlet gavên rast bavêje, em ê jî bavêjin. Lê belê heke Kurd û Elewî cardin tine bên hesibandin, em ê têkoşîna xwe ji cihê ku me hiştibû bidomînin.”
Gera Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan ya li Almanya tê payîn sê rojan bidome.
Demhat Îsmaîl