Girtîgeha Evînê li Îranê di warê îşkence, zeht, zordarî û binpêkirina mafê mirovan de di cîhanê de bi nav û deng e. Balafirên Îsraîlê duh deriyê girtîgeha Evînê bomberan kir. Ji ber vê yekê girtîgeha Evînê dîsa bû rojev û li ser gelek nîqaş tê kirin.
Gelo hûn dizanin çi di vê girtîgehê de diqewime?
Tê gotin ku girtîgeha Evînê, girtîgeha herî xeternak tê naskirin. Di nav girtîgehê de gelek pêkhate wek: Kurd, Fars, Ereb, Bêlûç û gelek siyasetmedar, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan, jinên aktîvîst û welatiyên biyanî tên ragirtin, hene. Gelek siyasetmedar û jinên Kurd di vê girtîgehê de hatin îşkencekirin û bidarvekirin.Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên wek Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî ên Kurd û gelek jinên dîtir, hîn didome.
Hat gotin ku rewşa tendiristiya girtiyên siyasî yên Kurd ne başe, yek ji wan jî Zeyneb Celaliyan e. Pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye, lê rayedarên girtîgeha rejîmê destûr nadin were dermankirin. Ji ber îşkence û tecawizkirin çalakiya û protestokirina girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evîn a Tehranê hin jî didome.
‘Em der barê Girtîgeha Evînê de çi dizanin?’
Girtîgeha Evîn, li quntarên çiyayên Alborzê li herêma Saadat Abad a li bakurê rojavayê Tehranê dikeve. Girtîgeha Evîn li ser qadeke ji 43 hektarî pêk tê hatiye avakirin.
Girtîgeh di sala 1972'an de di dema padîşahê dawî yê Îranê Mihemed Reza Pehlewî de hatiye çêkirin û piştre ji aliyê saziya îstîxbaratê ya bi navê "El SAVAK" ve hatiye birêvebirin. Destpêkê ji bo ku 320 girtiyên ku di nav wan de hucreyên yek kesî û cihên mezin ên girtîgehê jî hene bên bi cih kirin û piştre di sala 1977’an de zêdetirî 1500 girtî ku di nav de girtiyên siyasî yên herî girîng jî hene, hatin berfirehkirin.
Piştî şoreşa Îranê ku di sala 1979'an de rejîma Şah hilweşand, sîstema nû ya bi pêşengiya lîderê berê Ruh-ellah Xumeynî girtîgeha Evînê parast, ev yek jî baldariyeke taybet dît heta ku bû girtîgeha herî navdar a Îranê. Bi kapasîteya xwe derket 15 hezar girtiyan. Tevî ku diviya bû girtiyên li ber edliyeyê li benda darizandina wan bûya jî, beriya ku sewqî girtîgeheke din bê kirin, veguherî bû navendeke mezin a girtina bi hezaran siyasetmedar û kesayetên mûxalîf. Gelek lîderên Îranê xwe li serokatiya girtîgehê girtin.
‘Rewşenbîr û ramanger dijminên herî berbiçav ên rejîma Îranê ne’
Ji ber rejîma Îranê bi taybet rewşenbîr, siyasetmedar, şoreşger û mûxalîfên welat ên zana di vê girtîgehê de radigire, ev dîlgîrtî jî vê girtîgehê vediguherînin zanîngehekî, ji ber vê navê vê girtîgehê weke Zanîngeha Evînê tê pênasekirin.
Girtîgeha Evînê bûye cihê destdirêjiya li ser jinan
Jineke ku di girtîgeha Evînê de maye û nexwest navê xwe parvebike derbarê nêzîkatiya rêveberiya zîndanê ya li dijî jinan ev agahî parvekir:
“Di girtîgehê de ne tenê zilam, girtiyên jin û heta girtiyên zarok jî hene. Rêveberiya girtîgehê ne li gor qanûnan li gor xwe nêzî dîlgirtiyên jin dibe. Heta weke xelat nêzî wan dibin. Bi awayeke eşkere destdirêjî li jinan dikin, taybet jî jinên ciwan ên temenê wan jêr 18 salî de ye.”
Her wiha diyarkir ku rêveberiya girtîgehê qamereyên şopandinê di jûrên taybet ên jinan de bi cih kiriye û bi vê yekê zextekî derûnî û fîzîkî li dijî jinan dimeşînin.
Demhat Misto