Asayîş: Hêzên me êrîşa li ser benda kontrolê ya Sebha têk bir

Navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhialtê Sûriyê ragihand ku hêzên wan êrîşa li ser banda kontrolê ya li Dêra Zorê têk birin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir duh li bajarokê Sebha yê Dêra Zorê di saet pênc û nîvê êvarê de 2 çekdaran êrîşî xala wan a kontorlê kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuya kirin ku şervanên wan bersiva êrişkaran dane û tu kes ji şervanên wan birîndar nebûye û di encamê de jî çekdar reviyan.

Navendê da zanîn ku wan li dijî êrîşan tedbîrên pêwîst girtine, bendê xwe yê kontrolê asê kirin û wê di her şert û mercê de şêniyên herêmê biparêzin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye