Sal bi sal bi sed hezaran kes ji tevahiya cîhanê ji bo hca xwe bikin, berê xwe didin Erebistana Siûdiyê.
Heta niha bêhtirî milyon û nîvek hecî gihîştine Erebistana Siûdî û tê pêşbînîkirin ku beriya destpêkirina rêûresmên fermî yên hecê, ev hejmar bilindtir bibe.
Bi vê yekê re, hejmara heciyên sala 2026`an, ji ya 2025`an zêdetir e.
Li gorî amaran, îsal ji Sûriyê 24500, ji Îraqê 19 hezar Hecî hene.
Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî her salê nêzî 80 hezar hecî berê xwe didin Erebistana Siûdiyê.
Îsal para Sûriyê ji Heciyan, 24500 Hecî hatin destnîşankirin, ku di nav de bi sedan ji Rojavayê Kurdistanê jî hene.
Şandeya Hecê ya Îraqê jî ragihand ku îsal bêhtirî 19 hezar Heciyên Îraqî beşdarî rêûresmên Hecê dibin.
Wezareta Ewqafê ya Herêma Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ku îsal ji herêmê nêzî 5 hezar û 120 kes çûne Hecê.
Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî salane nêzî 80 hezar hecî berê xwe didin Erebistana Siûdî.
Lê heta niha hejmara dawîn diyar nebûye, ji ber ku hîn jî geştên heciyan berdewam in.
Erebistana Siûdî zîrekiya çêker di werza Hecê de bi kar tîne
Erebistana Siûdî îsal 12 hezar geştên hewayî ji bo veguhastina Heciyan amade kirine.
Her wiha 110 xetên veguhastinê li nava Şahnişînê di xizmetê de ne.
Di werza Hecê yê îsal de, dê bi giranî zîrekiya çêker were bikranîn, mîna kamîreyên çavdêriyê û pergalên kontrolkirina qerebalixê.
Rêûresmên Hecê her salê li deverên pîroz ên Erebisana Siûdî, roja 8`ê meha Zîlheca tên lidarxistin û roja beriya cejna Qurbanê wekî roja Arafa tê nasîn.