Li xeta Quneytîrayê ku li ser sînorê Sûriye û Îsraîlê ye, aloziyên di navbera aliyan de berdewam dikin.
Li dijî Îsraîlê hêzeke bi navê Eniya Berxwedana Îslamî, ango Ewlî Be`is, hat ragihandin.
Kesekî bi navê Ebû Mucahid ku xwe weke Fermandarê Giştî yê Eniya Berxwedana Îslamî ragihand, daxuyanî xwend.
Eniya Berxwedana Îslamî: Me dest bi êrîşên li dijî Îsraîlê kir
Ebû Mucahid ragihand ku dema bêdengiyê bi dawî bû û dema êrîşên berfireh ên li dijî Îsraîlê, heta qirkirina wan, dest pê kir.
Ebû Mucahid diyar kir wan dest bi rêze-êrîşên li dijî Îsraîlê kiriye û wiha got:
"Yek ji serayên meydanî bi mûşekan êrîş bir ser xaleke leşkerî ya Îsraîlê ya li girê Sorê yê li Quneytîrayê.
Ev yek ne tenê êrîşek ji rêzê ye, lê nameyek ji bo rayedarên Îsraîlê ye."
Fermandarê Giştî yê Eniya Berxwedana Îslamî ya li Sûriyê Ebû Mucahid diyar kir ku ketina nav xaka wan, wê rastî êrîş û wêraniyê were.
Dibe ku Îran piştgiriyê bide vê koma çekdar.