Tulay Hatimogullari: Avakirina aştiyê dawîanîna li şer e

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Tulay Hatîmogûllari li Qersê di cîvina jinan de axivî û bal kişand ser krîza şer a li erdnîgariya Rojhilata Navîn. Her wiha Tulay Hatîmogûllari di civînê de diyar kir ku aştî û çanda pêkvejiyanê pêdiviyeke jiyanî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan ya Qersê, civînek li dar xist.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Tulay Hatîmogûllari di civînê de axivî.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li dijî şerê li Rojhilata Navîn, aştî û pêkvejiyan pêdiviyeke jiyanî ye û got:

“Rojhilata Navîn bi sedsalan e bi şeran xwîn jê diçe. Hemû ji ber şer û pevçûnan dinalin.

Hêzên emperyalîst bi dijberkirina gel û bawerî, polîtîkayên xwe yên mêtingeriya nû dimeşînin.

Em dixwazin banga birêz Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk mezin bikin.

Avakirina aştiyê li Tirkiyê, dawîanîna li şer e.”

Tulay Hatîmogûllari: Jin ji bo pêvajoyê têdikoşin

Tulay Hatîmogûllari li ser pêvajoya demokrasîbûnê û bandora wê ya li ser hêviyên civakê jî wiha axivî:

"Birêz Bahçelî hewldaneke wî çêbû.

Piştre di sala borî de birêz Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurdî û demokrasîbûna Tirkiyê bangeke dîrokî kir.

Pêvajoyek dest pê kir.

Piştre li parlamentoyê komîsyonek hat avakirin.

Tevahiya Tirkiyê li benda girtina gavên qanûnî bû.

Lê di pêvajoyê de hinek xitimandin çêbûn.

Em jî wekî jin, ji bo derbaskirina van xitimandinan bi taybetî hewl didin."

Tulay Hatîmogûllari: Aştî wê bi hûrgilyan pêk bê

Tulay Hatîmogûllari aştî şiband bi “karê derziyê” ku bi ked û sebreke mezin tê çêkirin û wiha bi dawî kir:

“Em ê aştiyê mîna karê derziyê bi keda destan biafirînin.

Ez silavên xwe ji Dayikên Aştiyê yên laçikspî re dişînim ku tevî hemû êş û windahiyên xwe, tu carî dest ji aştiyê bernedan.

Du roj in Dayikên Aştiyê li Enqereyê li parlamentoyê bi hemû partiyan re hevdîtinan dikin û daxwaza aştiyê dikin.

Peyama dayikan ev bû ku em jin di jiyanê de her tiştî bi hûrgilî ava dikin.

Ez bawer dikim ku em ê aştiyê jî bi vê hûrgiliyê, li ser vê axê nexş bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye