Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd banga berpirsiyariyê ji her kesî re kir. Abdullah Ocalan pêkhatina kongreyê wek rojeva sereke nirxand.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA), Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” xebatên xwe didomîne. Yek ji van xebatên sereke jî mijara yekîtiya neteweyî ye.
‘Divê neyê taloqkirin’
Abdullah Ocalan, ji bo naskirina statû û destkeftiyên Kurdan, Kongreya Neteweyî ya Kurd wekî ‘pêwîstîyeke ku neyê taloqkirin’ pênase kiriye û bal kişandiye girîngiya wê.
Rêberê gelê Kurd aniye ziman ku, ew di salên 2013-2015 jî ji bo Kongreya Neteweyî gelekî ked daye lê sepandinên hundir û derve nehiştiye ev pêvajo pêk were. Abdullah Ocalan di heman demê de perçebûna Kurdan wekî ‘birînekî mezin û lewaztiyê’ penase kiriye.
‘Berpirsyarî hilgirin li ser xwe’
Abdullah Ocalan bang li partî, rêxistinên civaka sivîl, beşên civakî û kesan kiriye ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî wekî “pêdiviyeke dîrokî û civakî” bigrin li ser milê xwe û bicîh bînin. A. Ocalan destnîşan kir ku ew hewl û xebatên xwe yên di vî warî de 50 salin didomîne.
Abdullah Ocalan, di hevdîtinên xwe yên berê ku bi Şandeya Îmraliyê re pêk anî bû de ji partî û derdorên civakî yên li her çar parçeyên Kurdistanê re peyam şandibû. Di peyamê de ji derdorên siyasî yên Kurdên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û dîasporayê re banga Kongreya Neteweyî ya Kurd kiribû.
Rêberê Gelê Kurd di heman demê de ji bo PDK û YNK jî peyamên xwe şandibû û ji wan daxwaz kiribû ku ew ji bo Kongreya Neteweyî bi rolê xwe rabin û pêşengtiyê bikin.
Peyama ji bo Barzanî
Naveroka peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê ji Serokê PDKê Mesûd Barzanî re şandibû, di raya giştî de bûbû mijara meraqê.
Li gorî agahiyên MA, Ocalan peyamek ji Mesûd Barzaniyê re şandiye û jê xwestiye ku serokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurd bigire ser xwe. Abdullah Ocalan di peyama xwe de piştrast kiriye ku ew ê her cûre piştgirîyê di derbarê "înîsiyatîf û erkên pêwîst" de ji bo pêkanîna pêvajoya Kongreya Neteweyî ya Kurd de bike.
Lê belê, hate gotin ku rêveberiya PDKê ne bi awayekî erênî û ne jî bi awayekî neyînî bersiva pêşniyara Abdullah Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî nedaye û helwesta xwe ya li ser vê mijarê zelal nekiriye.
Peyama ji bo Talabanî
Abdullah Ocalan, peyamek jî ji bo YNK şandibû. Di peyamê de bal kişandiye li ser rola YNK û Bafil Talabanî. Rêberê Gelê Kurd, rol û mîsyona Celal Talabanî ya têkoşîna wî ya yekîtîya Kurd bibîrxistiye û ji Bafil Talabanî jî xwestiye ku bi erka xwe ya dîrokî rabe.
Abdullah Ocalan dibêje ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, pêwîstiyeke dilsoziya bi têkoşîna Mam Celal e. Ev peyam ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve radestî YNKê hate kirin.
Hate gotin ku YNK û Bafil Talabanî ji bo mijara Kongreya Neteweyî nêzîkatiyên erênî nîşan dane.