Tulay Hatîmogullari: Qanûna qeyûman divê were betalkirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê 5emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongereyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî, Tulay Hatîmogullari axivî û wiha anî ziman: "Li Tirkiyê 80 milyon welatî jiyan dikin, jê 50 milyon welatî di bin sînorê birçîbûnê de dijîn."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê 5emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, parlamenterên DEM Partiyê yên li herêmê, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî kongreyê bûn.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di kongreyê de axivî û bal kişand ser geşdanên ku nû di rojevê de ne.

'Zarok û xwendekar bi birçî diçin dibistanê'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku li Tirkiyê 80 milyon welatî jiyan dikin, jê 50 milyon welatî, di bin sînorê birçîbûnê de dijîn û wiha got:

''Karkarên madenê nîv tazî têkoşîna mafê xwe didin.

Zarok û xwendekar bi birçî diçin dibistanê.

Çukurova ya warê çandiniyê ye, xizan maye.

Jin û dayik ji bermahiyên sebzeyan yên xirabûyî ji bo zarokên xwe dibin û bi wan didin xwarin.

Heke rewş li Çukurovayê wiha be, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bifikirin.''

'Komkujiya 10'ê Cotmehê komkujiya herî hovane bû'

Tulay Hatîmogullari, di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê û wiha axivî:

“Komkujiya herî hovane ya hatiye pêkanîn Komkujiya 10'ê Cotmehê ye.

Li şûna kujeran, yên ku tevlî mitîngê bûne, piştî 11 salan derbarê wan de doz tê vekirin û tên darizandin.”

'Divê hevşaredarên hatine girtin werin berdan'

Tulayê destnîşan kir ku wan gelek caran ji bo gavên pêwîst bên avêtin bang li rayedaran kirine û ev tişt anî ziman:

“Di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê(DMME) de divê hemû kesên hatine girtin, werin berdan.

Dîsa divê hevşaredarên hatine girtin, werin berdan û divê qanûna qeyûman were betalkirin."

'Jiyana sosyalîst dê li ser milê jin û ciwanan ava bibe'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku di avakirina jiyana sosyalîst de berprisyariya mezin dikeve ser ciwanan û wiha qedand:

''Jiyana sosyalîst dê li ser milê jin û ciwanan ava bibe.

Ên herî zêde li pêvajoyê xwedî derketin jin bûn.''

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye