Li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi pileya 4.6 erdhej çêbû

Li navçeya Tuşbayê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,6 pileyan rû da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gundê Derebeyê yê navçeya Tûşbayê ya Wanê derdorê saet 22:18'an de bi pileya 4.6 erdhej çêbû. Erdhej bi dijwarî hat hîskirin û tirseke mezin çêkir.

Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) erdhej demjimêr 22:18'an de çêbûye û heza wê 4.6 pile bûye.

AFAD'ê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,11 kîlometre ye. Ji ber erdhejê ti ziyanên madî û canî heya niha nehatiye ragihandin û li qadê kar û xebatên derbarê erdhejê de berdevamin.

Her wiha gelek bajarên derdorê jî erdhej hîs kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye