Êrîş û bombebarana li ser Başûrê Kurdistanê bênavber dewam dike.
Îşev careke din bi dronên xwekuj baregeha berê ya NY'yê ya li Başûrê Kurdistanê, Silêmaniyê hat hedefkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva borî jî bi dronên xwekuj êrîşî Başûrê Kurdistanê hatibû kirin.
Berdevkê Asayîşa Başûrê Kurdistanê ragihandibû ku ti ziyanên canî di êrîşê de çênebûne.
Rêxistina CPT Amerîka ragihand ku di nava mehekê de 474 êrîş ji aliyê Îran û komên ser bi wê ve, êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û ji ber van êrîşan jî 14 kes hatine kuştin û 93 kes jî birîndar bûne.