Koşka Spî: Bi Îranê re danûstandin berdewam in û baş pêşve diçin

Koşka Spî eşkere kir ku danûstandin berdewam in û da zanîn ku eger Îran derfeta gihîştina rêkeftinekê red bike, dê encamên leşkerî ji bo wê giran bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Koşka Spî Caroline Levitt di der barê danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de, daxuyaniyek da.

 

Caroline Levitt eşkere kir ku tiştên ku di civînên giştî de tên gotin ji yên ku di civînên taybet de tên gotin, cuda ne û wiha got:

 

“Tevî hemû helwestên ku hûn ji Dewleta Îranê dibihîzin, danûstandin berdewam in û baş pêşve diçin.”

 

Berdevka Koşka Spî da xuyakirin ku eger Îran derfeta gihîştina rêkeftinekê red bike, encamên leşkerî ji bo rejîma Îranê dê giran bin û wiha da xuyakirin:

 

“Hîn jî derfeteke rastîn heye ku Dewleta Îranê bigihêje rêkeftineke baş û bi awayekî mayînde dev ji armancên xwe yên navokî berde”.

 

Beriya vê yekê jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî gotibû ku, tu danûstandinên rasreraset di navbera Amerîka û Îranê de pêk nehatine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye