Trump: Em Venezuelayê bi rêve dibin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku piştî girtina Nicolas Maduro, niha Amerîka Venezuelayê bi rêve dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro piştrast kir ku wan piştî Amerîka Serok Nicolas Maduro girtin, niha ew Venezuelayê bi rêve dibin. 

Her wiha Trump diyar kir ku niha ew bi rêveberiya demkî ya nû ya li Caracas re jî mijûl dibe.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku serokê Kolombiyayê jî dê demek dirêj li ser erka xwe nemîne û got: “Kubaya ku ji hêla komunîstan ve tê rêvebirin ew jî li ber hilweşînê ye.”

Trump da xuyakirin ku xwepêşanderên li Îranê yên li dijî şert û mercên jiyana xerab derketine xwepêşandanan, heger werin kuştin wê dewleta Îranê derbeyeke giran bixwe.

Ji aliyê xwe ve, Delcy Rodriguez, seroka demkî ya Venezuelayê anî ziman ku ew amade ye bi rêveberiya Trump re bixebite û daxwaza têkiliyek hevseng û rêzdar ji serokê Amerîkayê kir.

Dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di balafira serokatiyê de bû ji rojnamevanan re got: "Em li Venezuelayê bi kesên ku nû sûnd xwarine re mijûl dibin. Ji min nepirsin ka kî berpirsiyar e ji ber ku ez ê bersivekê bidim we û ew ê pir nakok be."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye