Ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, buhayê petrolê bilind dibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku buhayê petrolê demkî ye kengî şerê bi Îranê re bi dawî bû wê di demeke kurt de dakeve.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê, ket roja xwe ya 10´an û her ku diçe ji ber vî şerî buhayê petrolê bilind dibe.

 

Hin welatên cîhanê ji ber bilindbûna petrolê nerazîbûn nîşan dan.

 

Di derbarê wê de jî serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da.

 

Donald Trump di peyameke xwe ya li ser tora civakî Truth Socialê bersiv da dilgiraniyên li ser bihabûna petrolê.

 

Trump got ku cîhan "baceke biçûk " ji bo nehiştina gefên nukleer ên Îranê û dabînkirina ewlehiyê dide.

 

 

Donald Trump: Bihabûna petrolê demkî ye

 

 

Trump diyar kir ku ev giranbûn demkî ye û wiha nivîsî:

 

"Dema gefa nukleer a Îranê bi dawî bibe wê buhayê petrolê di demeke kurt dakeve."

 

Donald Trump daxuyand ku bilindbûna buhayan niha pêwîstiyeke stratejîk e û got:

 

"Ev baceke gelekî biçûk e ku em ji bo ewlehî û aştiya Amerîka û cîhanê didin."

 

 

Buhayê petrolê 100 dolar derbas kir

 

 

Buhayê petrola xam 100 dolar derbas kir ku asta herî bilind e ji sala 2022´an ve.

 

Analîst dibêjin buhayê petrolê di hefteyekê de zêdetirîi 25% bilind bûye.

 

Di heman demê de destnîşan dikin ku heke şer dirêj bibe, petrol dikare 150 dolarî jî derbas bike.

 

Her wiha rawestîna hinartina petrola Kendavê ya bi rêya Tengava Hurmizê, metirsiya krîzeke mezin a enerjiyê li seranserê cîhanê çêkiriye.

 

Hin welatên Rojhilata Navîn wekî Iraq, Kuwait û Qatar ji ber pirsgirêkên şandinê hilberîn kêm kirine, ku ev jî bihayê petrolê zêdetir bilind dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye