Balyozxaneya Fransayê ya li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku asmanê Îraqê ji 28'ê Sibatê ve girtî ye û dê heta demeke nediyar girtî bimîne.
Her wiha Fransa bi fermî bangî welatiyên xwe dike ku wekî geştyar an jî bi awayekî berdewam li Îraqê ne, di demeke herî kurt de ji Îraq û Başûrê Kurdistanê derkevin.
Balyozxaneya Fransayê û Konsulxaneya Fransayê amaje bi wê yekê kir ku xetên wan ên telefonê ji bo her cure alîkariya welatiyên wan vekirî ne.
Fransa ji welatiyên xwe xwest ku bi rêya çavkaniyên fermî û torên civakî yên balyozxaneyê bi berdewamî ji guherînan agahdar bin.
Gelek welatan welatiyên xwe vekişandin
Ji bilî Fransayê gelek welatên din jî welatiyên xwe yên li herêmê vegerandin welatên xwe.
Wan welatan ji bo geşta li wê herêmê hişyarî da welatiyên xwe.
Amerîka, Almanya, Rûsya, Brîtanya, Kanada û Belçîka di nav wan welatan de ne.
Li gorî daxuyaniya îro ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, wan ji destpêka şer ve herî kêm 32 hezar welatiyên xwe vegerandine welatê xwe.