Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li ser rûdanên dawî yên li Sûriyê û bi taybetî li ser biryara xwehilweşandina QSD`ê nêrînên xwe parve kirin.
Kiliçdaroglu diyar kir ku ew bi entegrasyona QSD`ê ya nav Artêşa Sûriyê kêfxweş e.
Kiliçdaroglu xwest ku pirsgirêka Kurdan bi siyaseta demokratîk û di bin banê parlamentoyê de
were çareserkirin.
Kiliçdaroglu eşkere kir ku divê li Sûriyê maf, azadî û nasnameya Kurdan werin parastin.
Kiliçdaroglu anî ziman ku Sûriyeke ku komên neteweyî û baweriyên cuda bi hev re lê dijîn, dê di berjewendiya Tirkiyê û gelên herêmê de be.
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku Sûriyeke wiha divê li ser bingeha welatîbûna wekhev be û
demokrasî û yekparçeyiya xwe biparêze.
Kiliçdaroglu da zanîn ku ev pêşhatên li Sûriyê ji bo Tirkiyê jî derfetan pêşkêş dikin
teqez kir ku divê pirsgirêka Kurdan ji bin siya çek û pevçûnan derkeve.
Her wiha eşkerekir Kiliçdaroglu, divê çareserî bi siyaseta demokratîk, bi hiqûqê û di bin banê Parlamentoya Tirkiyê de pêk were.