Wezareta Derve ya Siûdî di 26`ê tebaxa 2026`an di daxuyaniyekê de ragihand, welatê wan piştgirî dide biryara hilweşandina QSD`ê û yekbûna wê bi saziyên fermî yên dewleta Sûriyê re di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev pêvajo ji bo vegerandina ewlehî û aramiya Sûriyê xaleke girîng û sereke ye.
Siûdiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir, ew piştgiriya hemû pêngavên hikûmeta Sûriyê yên ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê û gihîştina pêşketin û xweşguzariyê dikin.
Her wiha welatê navborî hêviya aramiya herdemî ji bo xaka Sûriyê û gelê wê xwast.
Ev helwesta Siûdiyê piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya duh 25`ê tebaxê hat ku tê de hilweşandina fermî ya hêzên xwe wekî rêxistineke leşkerî ya serbixwe ragihandibû.
Ebdî aşkere kiribû ku ew ê bi temamî tevlî artêş û saziyên dewleta Sûriyê bibin.
Her wiha ev guhertina mezin piştî rêkeftineke di navbera serkirdatiya QSD`ê û Serokê Sûriyê Ehmed Şera de pêk hat. Hêzên QSD`ê ku di sala 2015`an de bi piştevaniya Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê hatibûn avakirin, di van salên borî de kontrola herêmên berfireh ên Sûriyê di destê wan de bû.