Li Siwêdayê şer derket

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku, hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê careke din agirbest binpê kiriye û êrîş pêk anîne. Fermandariyê diyar kir ku wan jî bersiva êrîşan daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar kir ku, duh Hêzên Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran, guleyên Hawin û dronan êrîşî taxên bajarê Siwêdayê, wekî bajarokê Itêl û xalên hêzên wan kiriye.

Di berfirehiya daxuyaniyê de, ev agahî hatin parvekirin:

Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya agirbestê ye.

Di heman demê de, hewldaneke ji bo têkbirina aramiya herêmê ye."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bersiva êrîşê daye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye