Li Ermenistanê bi merasîmekê, komkujiya Ermeniyan hate bîranîn

Li Rewana paytexta Ermenistanê, ji bo bîranîna salvegera Komkujiya Ermeniyan a di 24’ê Nîsana 1915’an de, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li paytexta Ermenistanê, Rewanê bi wesîleya salvegera 111’emîn a Komkujiya Ermeniyan a ku di 24’ê Nîsana 1915’an de ji aliyê Osmaniyan ve hatibû kirin, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Serê sibehê merasîma fermî ji aliyê dewletê ve hat lidarxistin.

Piştî merasîma fermî bi hezaran kes li qada bajêr li hev civiyan, û heta qada Tsitsernakabertê meşiyan.

Li wir mêxek û çeleng danîn cihê agirê bîranînê.

Saziyên Kurdan ên li Ermenistanê jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma bîranînê de, li ser navê saziyên Kurdan hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan axivî.

Silo Dirboyan got: “Em weke sazî û rêxistinên Kurdan yên li Ermenistanê êşa gelê Ermenî parve dikin û komkujiyê şermezar dikin.

Ji bo careke din gelê ku bi hev re jiyan dikin, bi komkujî û qirkirê re derbas nebin, pewîst e dîroka xwe baş nas bikin û li hemberî hêzên qirker bibin yek.

Em careke din weke saziyên Kurd komkujiya li ser gelê Ermenî şermezar dikin û dibêjin em weke gel êşa we parve dikin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye