Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihandin ku 3`ê endamên wan û sivîlek di encamê êrîşeke çekdarî de, li xaleke kontrolê li bajarê Fehrec ya li parêzgeha Kermanê ya başûrê Îranê hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve Polîsên Kermanê eşkere kirin ku şer piştî 2 rojan ango ji 14`ê Kanûnê ve dest pê kir û heta 16`ê Kanûnê domand.
Her wiha di daxuyaniyê de, hatiye diyarkirin ku êrîş ji hêla çekdarên nenas ve hatiye pêkanîn.
Di heman demê de, Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê jî di derbarê êrîşkaran de ragihandin ku lêkolînên wan berdewam dikin.