Nûnertiya NY ya li Iraqê hat girtin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi fermî ragihand ku nûneratiya wan a li Iraqê hatiye girtin û got ku tevî girtina nûneratiyê wan jî, wê hinek ajansên Neteweyên Yekbûyî li Îraqê bimînin û karê xwe bidomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkiliyên Neteweyên Yekbûyî bi Îraqê re di qonaxên cuda de derbas dibin, herî dawiyê jî di serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ya Îraqê de guhertineke nû çêbû.

Guterres bi Sûdanî re civiya

Guterres li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin kir û pişt re bi Sûdanî re daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di destpêka daxuyaniyê de, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axivî û ji bo alîkarî û hewldanan spasiya Antonio Guterres kir û got ew bi nûneratiya UNAMI ya li Iraqê kêfxweş bûn.

Her wiha got ku ew di wê hêviyê de ne ku peywendiya wan a bi NY re berdewam bike.

Piştî axaftina Sûdanî, Antonio Guterres axivî û wiha got:

Ez ji ber israra wan a ji bo derbaskirina nakokî û destwerdanên biyanî, spasiya Îraqiyan dikim.

Gelên Îraqê hertim ji bo civakek pêşketî di nava hemahengiyekê de ye.

Niha Îraq xwedî aramî û ewlehiyeke baştire.

Guterres lidarxistina hilbijartina parlamentoya Îraqê weke serkeftinek mezin pênase kir û ji bo vê jî spasiya gelê Îraqê kir.

Guterres: Vegerandina penaberan ji kampa Holê destkeftiyek mezin e

Her wiha Antonio Guterres ji bo vegerandina penaberên Îraqê yên ji kampa Holê jî spasiya hikûmeta Îraqê kir û weke destkeftiyeke mezin bi nav kir.

Derbarê girtina nûneratiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê jî Guterres axivî û got:

Me di civînê de behsa girtina UNAMI ya li Îraqê kir ku 22 salên borî ji bo Îraqiyan bibû alîkar.

Bi girtina nûneratiya me re, wê hinek ajansên Neteweyên Yekbûyî li Îraqê bimînin û karê xwe yê ji bo piştgiriya gelên Îraqê bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye