Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçuk Mizrakli, piştî qedandina dema cezayê xwe, îro ji Girtîgeha "Tîpa F" a Edirneyê hat berdan. agahiya berdana Mizrakli beriya çend rojan ji aliyê hevalê wî û Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ve hatibû ragihandin.
Mizrakli, di hilbijartinên herêmî yên Adara 2019'an de wekî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin. Lê belê piştî ku tenê 4 mehan di wezifeyê de ma, di Tebaxa 2019'an de ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji kar hat dûrxistin û qeyûm di şûna wî de hat danîn. Mizrakli di Cotmeha 2019'an de hat girtin û ji wê demê ve, anku ev 7 sal û nîv in, di girtîgehê de girtî bû.
Ji bo pêşwazîkirina Mizrakli, hevjîna wî Zeynep Mizrakli, şandeyeke bilind a Partiya DEM'ê ku ji berpirs, peyvdar û parlamenteran pêk dihat, li ber deriyê Girtîgeha Edirneyê amade bûn. Hat ragihandin ku Mizrakli piştî berdana xwe dê pêşî derbasî Stenbolê bibe û piştî hin serdanan, êvarê bi balafirê vegere bajarê Amedê.