Li dijî Suleymanciyan li 12 bajaran operasyon pêk hat

Di operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve li 12 bajaran li dijî civata ku di nava raya giştî de wek 'Silêmancî' tê naskirin û serkêşiya wê ji aliyê Alîhan Kurîş ve tê kirin hat lidarxistin de, 22 kes hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hat belavkirin; li dijî rêxistina tawanê ku serkêşiya wê ji aliyê Alîhan Kurîş ve tê kirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, navend Enqere li 12 bajaran li ser 28 navnîşanên malan û 16 cihan operasyoneke hevdem hat pêkanîn.

22 Kes hatin binçavkirin

Ji 38 kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hebû, ji wan 22 kes vê sibê hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku 14 kes li derveyî welat in û xebatên ji bo girtina 2 kesên din jî berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye