44 kes di operasyona li dijî şaredariya Çukurovayê ya Edenê de hatin binçavkirin

Bajarê Edene yê Tirkiyê, li dijî Şaredariya Çukurovayê operasyonek pêk hat. Serokê Şaredariyê jî di nav de, 44 kes hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Operasyon di saetên sibehê de pêk hat.

Yekîneyên ku hatin avahiya şaredariyê, li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin û dest bi lêgerîneke berfireh kir. 

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê diyar kir ku ji bo 51 kesan biryara binçavkirinê heye.

Di operasyonê de Şaredar Emrah Kozay, Şaredarê berê Soner Çetîn û 4 cîgirên Şaredar jî di nav de, 44 kes hatin binçavkirin.

Serokê Şaredariya Çukurovayê Emrah Kozay piştî betalkirina tekez ragihandibû, ku wî ji CHP'ê îstîfa kiriye û derbasî Partiya Yenî bû ye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye